DAKKA
Li gor agahiyan Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Cimaeta Îslamî ya Bangledeşê Ebdilqadir Molla hat dardekirin.
Televizyonên Bangledeşê di weşanên xwe de diyar kirin ku Ebdilqadir Molla li girtîgeheke Dakkayê hat îdamkirin.
Desthilatiya Bangladeşê di sala 2010an de dadgeheke bi navê Dadgeha Sûcên Şer ên Navneteweyî ava kir ku ev dadgeh sûcên di dema şerê serxwebûnê ya li hember Pakistanê ya di 1971ê de lêkolînan bike. Molla di vê dadgehê de hate darizandin. Li gor îdiayan Molla 344 sivîl da kuştin û hin sûcên din kir. Ji şeş sûcdarkirinan ji ber pênc sûcan sûcdar hat dîtin û di 5ê Sibatê 2013an de hat mehkûmkirin heta mirina xwe di girtîgehê de bimîne .
Molla ev sûc qebûl nekiribûn û ji bo ku cezaya wî bê betalkirin serî li Dadgeha Temyîzê ya Bangledeşê dabû. Lê dadgehê biryara cezayê heta mirinê di girtîgehê de mayînê vegerandibû îdamê.
Partiya Cimaeta Îslamî diyar kiribû ku ev biryareke siyasî ye û hişyarî dabû ku heke îdam çêbibe encamên nebaş dê derkevin holê.