NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Serokê Lijneya Mifetişên Neteweyên Yekbûyî (NK) Prof. Dr. Ake Sellstrom rapora dawîn a lijneya mifetişanan a der barê çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê de pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mûn kir. Di raporê de nayê diyarkirin ku çekên kîmyewî ji hêla kê ve hatine bikaranîn, lê tê destnîşankirin ku bi taybetî li dijî sivîl û leşkeran hatiye bikaranîn.
Di dawiya raporê de tê diyarkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û li 7 herêman lêkolîn hatiye kirin û encamên lêkolînê û hejmara çekên kîmyewî yên ku hatine bikaranîn tên destnîşankirin. Li gor rapora NYê li Sûriyeyê li 7 herêman lêkolîn hatiye kirin û li gor vê raporê jî li 4 herêman teqez çekên kîmyewî hatine bikaranîn, li herêmekê jî dibe ku çekên kîmyewî hatibin bikaranîn.
Li gor raporê hatiye tespîtkirin ku li Gûtayê, di 21ê tebaxê de li dijî zarok û sivîlan çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Di 19ê adarê de li El-Assalê li dijî leşker û sivîlan çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Di 24ê tebaxê de li Saraqûebê û di 25ê tebaxê de jî li Eşrefiyeyê li dijî leşker û sivîlan bi qismî çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Di 24ê tebaxê de jî di êrîşan de çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Li gorî raporê di 22ê tebaxê de li Bahariyeyê û di 13ê nîsanê de li Şêx Meqsûdê çekên kîmyewî nehatine bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mûn dê îro di Lijneya Giştî ya NYê de, roja duşemê jî dê li Konseya Ewlehiyê ya Nyê de der barê raporê de agahiyan bide.