Dîrektorê Gişkî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) Ahmet Uzumcu diyar kir ku "Mîsyona Tesbîtkirina Rewşê" ya ku li ser îdiayên li Sûriyeyê bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînan dike encam bi dest xist ku li Sûriyeyê "wek sîstematîk klor tê bikaranîn".
Uzumcu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser îdiayên ku dibêjin li Sûriyeyê di mehên nîsan û gulanê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn mîsyona lêkolînê hat avakirin û dest bi xebatan kir, mîsyonê di encama xebatan de ropora dudan nivîsî.
Uzumcu destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de rapora ku hat amadekirin bi welatên endam re hat parvekirin û wiha got: "Mîsyonê li Sûriyeyê li wan cihên ku dibêjin lê klor hat bikaranîn lêkolîn kir û bi şahidan re muleqat kir û di encamê de biryar da ku klor wek sîstematîk hatiye bikaranîn."
Uzumcu der barê encama raporê de wiha axivî: "Heke bikaranîna klorê dewam bike ev xetere ye. Klor bi serê xwe çeka kîmyewî nîne, di jiyana rojane de jî tê bikaranîn. Lê di şerê cîhanê yê yekan de jî pêşiyê klor hat bikaranîn paşê jî gaza hardalê hat bikaranîn. Li gor peymana me tiştên kîmyewî yên ku zirarê didin mirovan, siruştê, heywanan û nebatan wek çekên kîmyewî tên qebûlkirin. Ji ber vê dibê li gor peymanê ev neyên bikaranîn. Heke bikaranîna wê bê tesbîtkirin ev wek îxlalkirina peymanê tê qebûlkirin.
Serbalyoz Uzumcu got ku kê bikar aniye ew jî girîng e û der barê vê de hê delîlek nehatiya dîtin.
Uzumcu eşkere kir ku ji hezar û 300 ton çekên kîmyewî yê Sûriyeyê yên ku derxistin derveyî welêt ji sedî 97ê wan hatin îmxakirin.
Uzumcu destnîşan kir ku ji sedî 3yên ku maye jî di pêşerojê de ew ê bên îmxakirin û wer pilan dikin di cotmehê de jî dest bi hilweşandina tesîsên çekên kîmyewî bikin.
Direktorê Gişkî yê RQÇKê Uzumcu bi bîr xist ku 12 tesîsên çêkirina çekên kîmyewî yên Sûriyeyê dibê bên hilweşandin û wiha pê de çû: "Ji wan 5 heb di bin erdê de hatine çêkirin, ji wan 7 jî di hangarên balafiran de ne. Evna avahiyên bi teqwiye ne û dibê bên hilşandin. Hangarên balafiran ew ê bi erdê re têkin yeksan. Tûnelên jî bên tepkirin. Em niha van xebatan pilan dikin. Em wer difikirin ku xebatên îmxakirinê ew ê di cotmehê de dest pê bikin. Ev xebat dibe ku 6 an jî 7 mehan dewam bike."
Uzumcu diyar kir ku beriya vê hacetên di tesîsan de hatibûn îmxakirin û wiha got: "Sûriyeyî niha bixwazin jî nikarin çekên kîmyewî çêbikin ev mimkun nîne."
Uzumcu der barê çêkirina çekên kîmyewî de wiha axivî: "Ji me dipirsin û dibêjin ku bi dizaka ve dikarin çêkin an na. Helbet dikarin çêkin, lê belê di dinyaya îro de nikarin vê veşêrin. Ev bi tenê ji bo Sûriyeyê na ji bo hemû welatan wisa ye. Bernameyên çêkirina çekên kîmyewî ku berfireh bin kes nikare vê veşêre. Hin made hewce dikin. Hemû welat nikarên van madeyan hilberînin dibê ji welatên din bikirin. Tesbîtkirina vê jî mimkune. Ji ber vê kes nikarê bi dizîka ve çekên kîmyewî çêke."