SELAHADDÎN
Artêşa Iraqê li Daûlûiyyeya ku nahiyeya Selahaddînê ye li dijî endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) operasyon li dar xist. Hat ragihandin ku di operasyona artêşa Iraqê ya li ser DÎŞIyê de 12 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Midûrê nahiyeya Daûlûiyyeyê Mihemed Alî daxuyanî da nûçegihanê AAyê de got: "Artêşa Iraqê li Daûlûiyyeya ku nahiyeya Selahaddînê ye girt ser kozikên ku endamên DÎŞIyê tê de diman. Di operasyonê de 12 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û cebilxane û gelek wesaîtên ku aîdî rêxistinê bûn jî hatin îmha kirin."
Alî destnîşan kir ku artêşa Iraqê ji bo qira DÎŞIyê bîne li herêmê dê operasyonên xwe bidomîne.