Hat ragihandin ku artêşa Iraqê ya ku hêzên pêşmerge û milîsên şiî piştgiriyê didinê, milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) berteref kir û ket herêma Silêmanbega li ser Selaheddînê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê sitend, yekîneyên artêşê piştî ku ketin herêma Amirliyê, operasyon birin ser herêma Silêmanbegê ya di bin kontrola DÎŞIyê de jî. Di encama operasyonên ku ji duh ve berdewam dikin de milîtanên DÎŞIyê mecbûr man ku ji herême vekişin. Lê belê hin milîtanên DÎŞIyê hê jî li cihên cuda yên herêmê kozik vedane û êrîşî hêzên ewlehiyê dikin.
Divê navberê de tîmên pispor, li herêmê ji bo tesbîtkirina mayinên li herêmê hatine binerdkirin xebatên xwe didomînin. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di şer de 39 milîtanên DÎŞIyê teslîm bûn.
Herêma Silêmanbegê di 12 hezîranê de ketibû destê DÎŞIyê.