ANKARA (AA) - Ji bo Ebdilqadir Mollayê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Cimaeta Îslamî ya Bangledeşê li Mizgefta Hecî Bayramê Welî nimêja cinaze ya xiyabî hat kirin.
Welatiyen ku ji bo nimêja Cumeyê hatibûn Mizgefta Hecî Bayramê Welî piştî nimejê ji bo Molla nimêja cinaze ya xiyabî kirin, dua kirin û tekbîr anîn.
Piştî nimêjê Endamekî Platforma Azadiya Baweriyê yê Ankarayê bi navê Platformê daxuyaniyek da û wiha got: "Em Şehît Ebdilqadir Molla û bi dehan merivên ku piştî dardekirina wî di bûyeran de şehit ketine silav dikin. Em ê bi gotina şehid Molla axaftina xwe biqedînin: 'Sûcê min ew e ku min ji xêncî Xwedê teala tu ji kesî re evdîtî nekir. Gotin ji me re evdîtiyê bike, min jî got darde bikin.'