HELEB
Li Sûriyeyê, Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (IŞÎD) ku bi El-Qaîdeyê re têkiliya wan heye bi rejîmê re şer dike. Tê gotin ku IŞÎDê li Helebê gundek dorpêç kir û 120 kurd revand.
Li gor agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) bi dest xist gelek çekdarên IŞÎDê êrîşî gundê Ixrasê kirin û herî kêm 120 gundiyên kurd li wesaîtên xwe siwar kirin û revandin.
SNHRyê diyar kir ku ji bilî vê IŞÎDê di 10ê çileya pêşîn de berî 15 malbatên kurd ên ku li Tel Ebyad a navçeya Raqqayê rûdinên daye. Lewra li gor IŞÎDê têkiliya 15 malbatan bi Partiya Yekîtiya Demokratê (PYD) re hebû û ji ber vê sedemê jî wan di vê zivistanê de ji gundê wan kir.