DAKKA
Li Bangledeşê ji ber ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Cimaeta Îslamî Ebdilqadir Molla hatibû dardekirin bûyer derketin. Di bûyeran de heta niha 7 kes mirin û ji 60î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Cimaeta Îslamî diyar kir ku bi sedan kes hatine binçavkirin û polês rê nade wan kesên ku dixwazin herin ser gora Ebdilqadir Molla.
Bûyerên ku li Bangledeşê dest pê kirin duh piştî nimêja înê jî dewam kirin.
Endamên Cimaeta Îslamî û Tevgera Xwendekarên Çatro Şîbîr a Îslamî ya Bangledeşê paytext Dakka di serî de li gelek bajaran çalakî li dar xistin.
Li paytext Dakkayê li gelek deveran, di navbera polês û Endamên Cimaeta Îslamî de ev du roj e ku bûyer dewam dikin. Di bûyeran de heta niha 7 kes mirin û 60 kes jî birîndar bûn.
Cimaeta Îslamî jî daxuyanî da û destnîşan kir ku di bûyerên du rojan de herî kêm 300 kes birîndar bûne û polêsan ji 150yî zêdetir kes jî binçav kirine.
Polês rê nade ew kesên ku dixwazin herin li ser gora Ebdilqadir Molla ya ku li gundê Amîrabada ser herêma Farîdpûrê ye. Kurê Ebdilqadir Molla, Hesen Cemîl jî wêneyê bavê xwe yê piştî dardekirinê ji bo ku bê weşandin da Anadolu Agencyê.