Serokomar Abdullah Gul li New Yorkê bi Serokomarê Îranê yê nû Rûhanî re cara ewil wek serokomar hevdîtin kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan Serokomar Gul axaftinên erênî yên ku di rojên dawîn de ji aliyê Rûhanî ve hat kirin nirxand û kêfxweşiya xwe bi lêv kir. Gul diyar kir dixwaze ev daxuyaniyên erênî yên ku ji aliyê Îranê ve tên kirin ku zêde bibin û di qada navneteweyî de jî bên bihîstin, lewra him ji bo Îranê û him jî ji bo gelê Îranê dê gelekî bi kêr bin.
Hat destnîşan kirin ku di hevdîtinê de li herêmê, li ser girîngiya herdu dewletan hatiye sekinîn û ji bo çareserkirina pirsgirekên herêmê divê herdu dewlet bi şirîkî gavan biavêjin û pirsgirêkên welatên derdora xwe hel bikin. Her wiha di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyê jî hat sekinîn û hat diyarkirin ku ji bo êş û kedera Sûriyê bê qedandin lazim e ku herdu dewlet hevkariyê bikin.
Hevdîtina di navbera herdu serokomaran de nêzî 40 deqîqeyan dewam kir û hat destnîşankirin ku ji bo pêşveçûna têkiliya herdu dewletan divê wezîrên karên derve yê herdu welatan biçin û bên welatên hev.
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Wezîrê pêşveçûnê Cevdet Yilmaz jî beşdarî hevdîtina Gul û Rûhanî bûn.