ÎSKENDERIYE
Li bajarî Îskenderiya Misrê keçên ku li dijî derbê tevî xwepêşandanan bûn ji bo her yekê 11 sal û mehek ceza dan. 7 keç jî ji bo ku salên wan biçûk in der heqê wan de biryara şandina mala islahê hat dayîn.
Endamê heyeta parastinê parêzer Welîd Şelebî got ku dadgeha Îskenderiyê ji bo 14 keçan bi hinceta terorê, tevlî bûna bi xwepêşandanên bêdestûr, endamtiya rexistinên derqanûnî 11 sal û mehek ceza da.
Şelebî diyar kir ku 10 parêzer beşdarî danişînê bûn û danişîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Keçên endamê "Tevgera 7ê Sibehê" di 31ê cotmehê de hatibûn binçavkirin.