Fênîk Muhemed Abdulkerîma 25 salî ya ji Silêymaniyê di "Pêşbaziya Delaliyê ya Kurdistanê" de ji bo yekemîntiyê hat hilbijartin.
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) "Pêşbaziya Delaliyê ya Kurdistanê ya 2yemîn" li Erbîlê hat lidarxistin. Pêşbaziyê di saet 21.00an de dest pê kir û sosyeteya Kurdan eleqeyeke mezin nîşanî pêşbaziyê dan.
Lijneya Jûriyê ku kesên biyanî jî di nav de, ji 10 kesan pêk dihat. Lijneyê di navbera 12 keçan de Fenîk Muhemed Abdulkerîma 25 salî ya ji Silêymaniyê hilbijart. Abdulkerîmê piştî ku taca xwe da serê xwe, got: "Jinên kurd ji bo ku li çar aliyê dinyê bên naskirin lazim e ku şahiyên wiha bên kirin."
Di şahiyê de Danîa Enwer bû duyemîn, Çawan Muhemed jî ji bo sêyemîntiyê hat hilbijartin.
Hat diyarkirin, keça ku di pêşbaziyê de bû yekemîn dê trimbêleke nû wek xelatê bistîne. Hin diyariyan jî dê bidin keçên ku beşdarî şahiyê bûn.
Bi avêtina fişekên hewayî şahî bi dawî bû.