Wezîrên Karên Derve yên Lijneya Ewlehiyê beşdarî dengdana ku li Lijneya Ewlehiyê ya NYyê hat kirin bûn. Di dengdanê de hemû endaman raya "erê" da.
Di metna biryarê de hat diyarkirin ku li kû dibe bila bibe bikaranîna çekên kîmyewî ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî gef e û êrîşa di 21ê Tebaxê ya li ser Gutayê de bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla Sûriyê ve bi tundî hat şermezarkirin.
Hat ragihandin destûr nadin ku li Sûriyê çekên kîmyewî bên bikaranîn, bên pêşxistin, bên çêkirin, bên peydakirin, bên stokkirin û rasterast an jî nerasterast transferî dewleteke din bikin. Hat destnîşankirin ku hemû aliyên li Sûriyê mecbûr in li gor vê tevbigerin.
Di biryarê de hat xwestin ku riayetê hemû biryarên ku Birêvebirina Lijneya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) sitandine, bikin. Hat xwestin ku ewlehiya peywirdarên ku NY û RQÇKê tayîn kirin, bê pêkanîn û destûr bidin ku bikarin ji bo qontrolê bikevin her derê.
Di biryarê de cî dan biryarên Lijneya Birêvebirina RQÇKê û mijara ka gelo riayetê biryara LENYê dikin an na bê qontrolkirin. Hat xwestin ku RQÇK bi awayekî rêk û pêk sepandinan qontrol bike û bi saya Sekreterê Giştî yê NYyê raporan pêşkeşî LENYê bike.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku divê kesên ku ji êrîşan berpirsyar in, bên darizandin.
- "Hikûmeta berwext"
Di biryarê de Mutabakata Cenevreyê hat bibîrxistin û piştgirî dan pêvajoya derbasbûna siyasî ya ku di metnê de cî digire. Hat destnîşankirin ku hikûmeta berwext a ku dê destûra birêvebirinê di dest de be, dê bi dilxwaziya her du aliyan jî hem ji hikûmetê hem ji muxalefetê û ji komên din jî nûner bikarin cî bigirin.
Di biryarê de bang kirin ji bo ku Mutabakata Cenevreyê bê tetbîqkirin bila konferanseke navneteweyî bê lidarxistin û hat xwestin ku hemû alî bi erênî tevbigerin û îstiqrar û lihevkirinê girêdayî Mutabakata Cenevreyê temîn bikin.
Dîsa di biryarê de hişyarî dan welatên endamên NYyê ku piştgirî nedin tu welatên ku çekên kîmyewî, biyolojîk û nûkleer pêş dixin û çêdikin û ji cînarên Sûriyê xwestin ku sepandinên li dijî vê yekê demildest ragihînin LENYyê.
- "Beşa 7emîn ya şerta NYyê"
Hat destnîşankirin ku heke riayetê biryarên LENYyê nekin, li Sûriyê çekên kîmyewî bê destûr bên transferkirin an jî bên bikaranîn dê li gor şerta 7emîn ya NYyê bergiriyan bigirin. Di madeya ku beşa 7emîn bi bîr tîne de niqaşên ku heke Sûriye riayetê biryaran neke dê hêza leşkerî bê bikaranîn an na cî digirin. Dîplomatên Ûris diyar dikin ku ji bo hêza leşkerî biryareke nû ya LENYyê hewce dike.