BEXDA
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin bombeya ku nêzî Mizgefta Et-Tewhîda li taxa Ed-Dewrayê hat bicîkirin, wexta ku cemaet piştî nimêja înê belav bû hat teqandin. Di teqînê de 5 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve bi teqîna bombeya ku nêzî Mizgefta Şantel a li taxa El-Cîhad a rojhilatê Bexdayê hatibû bicîkirin 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Kesî hêj berpirsyariya bûyerê negirt stûyê xwe û rayedarên Iraqî jî hêj tu daxuyanî nedan.
Iraq, teqîn, bombe,