Ji bo xwendekar û mamosteyên ku di êrîşa Talibanê ya Peşawera Pakistanê de mirin merasima cinazeyê hat lidarxistin.
Piştî êrişa ku 145 kes mirin, li welêt şîn danîn û ji ber xemgîniyê hemû kargeh û dibistan îro nehatin vekirin.
Hikûmetê 3 roj şîn îlan kir û al heta nîvî daliqandin.
Di dîroka Pakistanê de cara ewil e ku êrîşeke wiha mezin li dijî xwendekaran hat kirin. Ji bo xwendekar û mamosteyên ku di êrîşê de mirin li baregeha leşkerî ya Peşawerê merasimek hat kirin. Serokê Sererkaniyê yê Pakistanê Orgeneral Rahil Şerîf û rayedarên payebilind beşdarî merasimê bûn.
Ji hêla din leşker him di dibistanê de û him jî li der û dora dibistana ku êrîş hatibû kirin de xebatên xwe didomînin. Leşker hewl didin ku bombeyên li dibistanê hatine raxistin îmha bikin. Hin caran dengê teqînan tê.
Ji bo îxtimala êrîşeke din leşker li ser avahiyên bilind nobetê digrin.