ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber êrîşa terorî ya ku li Peşawerê hat lidarxistin û tê de gelek xwendekar hatin kûştin bi têlefonê li Serokomarê Pakistanê Memnûn Hiseyîn û Serokwezîr Nawaz Şerîf re geriya. Erdogan bi her duyan re jî xeberda û serxasî da wan.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokmariyê hat weşandin Serokomar Erdogan ji her du serokan re jî wê êrîşa terorî ya ku li ser cihên xwendekar lê îlim hîn dibin hatiye kirin bi awayekî tund şermezar kir. Hat gotin Serokmar ji her du lîderan re jî gotiye ku ji bo terorîst li Pakistanê negihêjin armanca xwe divê ne hûn û ne jî gel wê fersendê nede wan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Birêz Serokomarê me ji ber wê êrîşa hovane ya ku bi tu awayekî îzaha wê nayê kirin sersaxî da malbatên kesên ku hatin kuştin û ji bo wan jî dia kir ku Xwedê rehma xwe li wan birayên me yên pakistanî bike û şîfayê bide yên birîndar. Hêviya me ya herî mezin ew e ku ew xwendekarên ku hêsîr bûne di demeke kurt de bi sax û silametî bên xelaskirin. Wek rojên berê yên zehmet Tirkiye îro dîsa li cem Pakistanê ye û ji bo dermankirina birînên wê dê hewl bide. Êş û kesera birayên me yên pakistanî êş û kesera me ye. Ji bo nîşaneya vê piştgiriya me jî 1 rojek wek şîn hatiye îlankirin."