DIYARBAKIR
Axaftina Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç a ku got navê hin bajaran dibe biguhere li Diyarbekirê bi kêfxweşî hat pejirandin.
Arinç di 8ê çileya pêşîn de li Manisayê di civînekê de wiha axivîbû: "Wan pêlê hanê hat axaftin û hat gotin ku heke navê hin bajaran biguhere wê çi dibe? Bifikirin û biryarê bidin. Heke Hekarî bibêje 'bila navê min bibe Colemêrg', ji hêla din heke yek bibêje 'Bakir jî çi ye, Diyarbekir xweştir e' em ê li ser bifikirin birê min. Dewr dewra fikirandin û kirinê ye."
Piştî axaftina Arinç li Diyarbekirê kelecaniyek çêbû.
Edîtor û nivîskarê ansîklopediya Diyarbekirê Îhsan Işik ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev axaftin axaftineke erênî ye.
Işik got ku dema Diyarbekir ji hêla artêşên sahebeyan ve hat fetihkirin misilmanên ewil ên sivîl yên ku hatibûn bajêr ji qebîleya Benî Bekr bûn. Ji ber vê ji bajêr re bi meneya Welatê Bekiriyan "Diyarbekir" hat gotin.
Işik daxuyand ku di meclisa ewil de parlementerên bajêr wek parlementerên Diyarbekirê hatin temsîlkirin û di 14 salên ewil ên komarê de ev nav hate bikaranîn.
Işik wiha axivî: "10ê çileya pêşîn a 1937an de navê Diyarbekirê bê mene û bêzanîn hema wisa wek 'Diyarbakir' hat guhertin. Bi ya min gelempêrî navê Diyarbekirê tê qebûlkirin."
Lêkolîner û nivîskar Mehmet Alî Abakay jî got ku li bajêr ji berê vir ve herî zêde navê 'Diyarbekirê' hatiye bikaranîn û heta îro 7 û 8 caran hatiye guhertin.
Akabay wiha axivî: "Diyarbakir berê meneya 'cihê baxirê' bûye. Yên ku xwestine navê bajêr biguherînin û ji xwe re bingeheke zanistî çêbikin, navê ku ji eşîra Bekir bin Waîl tê spartine hesinê ku ji kanên der û dora Erganî û Madanê tê derxistin. Ji ber vê 'Diyarê baxir' wek Diyarbakir çêkirine."
- "Em sipasiya birêz Arinç dikin ku ev mijar anî rojevê"
Serokê Şaredariya Sûrê yê berê Cemal Toptanci jî got ku ji bo ku dewleteke nijadê ava bikin dev ji nirxên sed salan hatiye berdan. Toptanci got ku bajar berê bi gelek navan ve hatiye binavkirin.
Toptanci wiha axivî: "Di dîrokê de şaristaniyên li bajêr jiyane navê bajêr guhertine, lê tu yekî wek niha bi awayekî sekuler û wek siyaseta kurd bi zorê negotiye 'Amed'. Di belgeyên dîrokê te em tiştekî wiha nabînin. Bajar di dema Hz. Omer de hatiye fetihkirin û her tim wek Diyarbekir û Diyarê-Bekr hatiye binavkirin. Ji navenda bajêr re jî heta sala 1867an gotine Amîd."
Toptanci got ku ew dixwaze navê bajêr dîsa bibe Diyarbekir û axaftina xwe wiha qedand: "Em naxwazin navê bajarê me wekî ku kemalîstên nijadperest û siyaseta kurd a sekuler dibêjin Amed be. Em dixwazin navê helbestî ya ku ji kal û bavên me heta îro hatiye bila bibe Diyarbekir. Em sipasiya birêz Bulent Arinç dikin ku ev mijar anî rojevê."