Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê rapora xwe ya "Kesên bi Zorê Hatin Windakirin, Kuştinên Kiryarnediyar, Înfazên Bêdaraz, Gorên Komî" ya ku di encama xebatên bi qasî 6 salan de hat kirin nû kir û xist rapor.
Serokê Şûbeya ÎHDyê Racî Bîlîcî li komelayê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li Tirkiyeyê bi hezaran kes ji mal û warên xwe hatin girtin û hatin windakirin.
Bîlîcî bal kişand ku di mijara kuştinên kiryarnediyar de pirsgirêka herî mezin mijara borîna demê ye û da zanîn dixwazin ku gorên komî bên vekirin û bila li ser bermayiyên hestiyan di şûna tespîta nasnameyê de lêkolîn jî bên kirin ka ev kes çawa mirine û daxwaza me ya sereke jî ev e.
Bîlîcî got ku PKKyiyên ku di pevçûnên ku ev ji 30 salan zêdetir e li Tirkiyeyê diqewimin de hatin kuştin jî li gorên komî de hatin veşartin û wiha axivî: "Li vî welatî li gor konseptê bi organîzasyona hêzên ewlehiyê yên dewletê û bi destê kesên ku birêvebiriya welêt dikirin ve bi hezaran kes ji mal û warên xwe hatin girtin û ew winda kirin. Dîsa bi hezaran kes ji aliyê saziyên di bin çavdêriya dewletê de hatin qetlkirin. Termên dehan sivîlan ji gorên komî derketin."
Bîlîcî got ku girîngiyê didin rûbirûbûna bi rabirdûyê re û lêkolîna heqîqatan û da zanîn ku divê Tirkiye der barê gorên komî de "Protokola Mînnesotayê" îmze bike û hewceyiyên wê bi cî bîne.
- Li 25 bajaran 348 gorên komî
Bîlîcî got ku li Tirkiyeyê li 25 bajaran 348 gorên komî hene û tê îdikarin ku di van goran de 4 hezar û 201 kes hene û da zanîn ku heta niha 45 gor hatin vekirin û ji nav van goran hestiyên 281 kesan hatin derxistin.
Li gor raporê li Diyarbekirê 41, li Sêrtê 40, li Bidlîsê 40, li Hekariyê 37, li Bîngolê 39, li Wanê 25, li Şirnexê 19, li Mêrdînê 15, li Batmanê 12, li Tûnceliyê 9, li Agiriyê 4, li Meletiyê 3, li Antalyayê 3, li Elazigê 2, li Kahramanmaraşê 2, li Sîwasê 2, li Rihayê gorek, li Qersê 2, li Îdirê gorek, li Mûşê gorek, li Adiyamanê gorek, li Gazîentabê gorek, li Hatayê gorek û li Erzîncanê goreke komî heye.