Hat ragihandin ku Almanya perwerdeya emilandina çekan dide pêşmergeyan. Almanya ji bo ku li dijî DÎŞIyê bên emilandin alîkariya çekan dide Herêma Kurdistana Iraqê.
Li gor agahiyên ku ji Wezareta Parastinê ya Almanyayê hatin wergirtin, li Hammelburga eyaleta Bavyerayê 32 pêşmerge perwerdeya emilandina çekan û mitbexa seyar dibînin.
Hat ragihandin ku 20 pêşmerge perwerdeya tankşikên mîlan, 10 pêşmerge jî perwerdeya mitbexa seyar dibînin. Perwerde ji hêla 15 leşkerên Alman ve bi rêya 7 tercumanan tê dayîn.
Pêşmergeyê bi navê Huseyîn M. diyar kir ku di şerê dijî DÎŞIyê de pêwîstî bi çek û cebilxaneyan heye.
Sewqiyata çekan a ji bo Herêma Kurdistana Iraqê çend roj berê dest pê kiribû. Almanyayê biryara çekşandinê di 31ê tebaxê de wergirtibû.