15 parêzerên Ocalan hatin ber Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê û parêzerek bi rayedarên cendirmeyan re axivî û destnîşan kir ku bi hinceta ku "keştî xera bûye, destûr nedan ku em herin û bi Ocalan re biaxivin."
Li ser navê parêzeran parêzer Omer Guneş daxuyaniya çapemeniyê xwend û îdia kir ku ji 27ê tîrmehê vir ve nikarin bi Ocalan re biaxivin.
Guneş destnîşan kir ku bi zanatî nahêlin em bi Ocalan re biaxivin û wiha got: "Bi gelemperî 15 sal e û bi taybetî jî 3 sal e, sepandinên li Îmraliyê nîşan didin ku Girava Îmraliyê Guantanamoya Tirkiyeyê. Norm û nirxên navneteweyî bi awayekî eşkere vî mafî didin ku mehkûm û nûnerên xwe yên hiqûqî re biaxivin. 3 sal e ev maf bi her awayî tê astengkirin û mafê parastinê tê binpêkirin. Wek parêzer mafê me ye ku em mafê tenduristî û parastinê yê muwekîlê xwe biparêzin. Ev 3 sal in li Îmraliyê tecrit heye û em tên astengkirin."
Guneş bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Ev 200 sal in pirsgirêka kurdan mezin bûye û îro em nêzî çareseriyê bûne. Asta ku em gihêştinê mizgîniya aştî û demokrasiyê û jiyana bi hev re, dide me."
Guneş destnîşan kir ku divê demildest ev pirsgirêk ji holê rabe û got ku em ê têkoşîna vê tim bidin.
Parêzer piştî daxuyaniyê ji navçeyê çûn.