ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Gotina ku Tirkiye di mijara Kobanê de tiştekî nake derew e. Tirkiye di mijara alîkariya însanî de, çi dikeve ser milan dike û ji bo vê jî dixebite."
Akdogan li meqemê xwe yê Avahiya Navend a Serokowezîrtiyê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku di nav çend rojan de ji Kobanê 172 hezar û 684 kes derbasî Tirkiyeyê bûn û Tirkiye deriyên xwe ji vana re vekir.
Akdogan wiha berdewam kir:
"Ez dixwazin vê mijarê cardin bigrim dest, bila baş bê zanîn ku em li hemberî bûyerên li Kobanê diqewimin bê deng neman û çi dikeve ser milên me em dikin. Penaberên Kobanî yên tên ber sînor û xwe dispêrin Tirkiyeyê re em deriyên xwe vedikin û wan dihewînin. Wekî ku me berê jî diyar kiribû, Kurdên sûriyeyî ji mêj ve dostên Tirkiyeyê ne. Ew heval û hogir û cîranê Tirkiyeyê ne. Tevgera PYDyê ya li dijî Tirkiyeyê an jî di mijara Sûriyeyê de piştgirîdayina Esed me eleqeder nake. Ji ber vê yekê em pişta xwe bi kurdan ve nakin. Di vê serdema ku bûyerên însanî diqewimin de, em nikarin li hemberî bûyeran bê deng bimînin û em bê deng jî namînin. Dema ku penaberên sûriyeyî hatin û xwe sipartin Tirkiyeyê me ji wan nepirsî û ne got Gelo helwesta we ya li hemberî Tirkiyeyê çawa bû?"
-"PYDê li Sûriyeyê heta niha gelek xeletî kirin"
Akdogan destnîşan kir ku PYDê li Sûriyeyê heta niha gelek xeletî kirin û wiha got: "PYDê him ji ber helweste xwe ya li dijî Tirkiyeyê him ji ber ku piştgirî da Esed û him jî ji ber li hemberî zilma Esed bê deng ma nikaribû rêyeke rast hilbijêre."
Akdogan got: "Tirkiye naxwaze Kobanê bikeve destê DÎŞIyê û li ser sînor rêxistineke terorê ya wek DÎŞIyê hebe."