GAZİANTEP/ŞANLIURFA/ANKARA
Serokê Lijneya Odeya Bazirganiyê ya Gazîantepê (GTO) Eyup Bartik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hevdîtina Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan a bi parlementerên HDPyê re kir, ji bo pêvajoya çareseriyê gaveke erênî bû.
Bartik got ku ji ber bûyerên terorî yên li herêmê, herêm paşve ma, divê êdî dawî li vê êşa ku ev 30 salin vî gelî kişand bê.
Bartik got ku ji ber bûyerên terorî bi salan e ku sermayedar nayên herêmê, sermaye danaynîn. Ji ber vê yekê gelê li herêmê dimîne bê kar û xebat e, ji ber xizaniyê koç dike û xemgîn e.
Bartik got ku ew bawer e ku dê qedera gelê başûrê rojhilat biguhere û wiha dewam kir: "Înşallah dê ew rojên reş û bi êş paşve bimînin. Vejen û çavkaniyên herêmê yên ku heta niha nehatine bikaranîn dê ji niha û pê ve ji bo pêşvebirin û geşkirina herêmê bên bikaranîn. Di demeke kurt de dê herêm geş bibe û bi pêş bikeve."
Bartik bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku heke aştî pêk bê dê başûrê rojhilat geş bibe û wiha axivî: "Heta niha tim bi bûyerên terorî başûrê rojhilatê di rojevê de deng veda, em dixwazin herêma me êdî bi şer û pevçûnan na, bi geşedan û pêşveçûnan deng vede."
Serokê Lijneya Odeya Bazirganiyê ya Şanliurfayê (ŞUTSO) Eyyup Sabrî Ertekîn jî got ku ew bi baldarî pêvajoya çareseriyê dişopînin û piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha dewam kir:
"Daxuyaniyên ku hatin belav kirin baş in, erênî ne. Em giringiyê didin vê rewşê. Lewra bi rastî ji bo pêşeroj û selametiya welêt ji bo cardin ku dayik negrîn divê ev xwîna ku tê rêtin bê rawestandin. Em piştgiriyê didin hemû xebatên ku di vî warî de tên kirin."
Ertekîn got ku potansiyela herêmê ya turîzmê baş e, heke aştî pêk bê dê herêm jî geştir bibe û wiha dewam kir: "Di hêla kar û xebatê de li Urfayê pirsgirêk tune, lewra bandora bûyerên terorî li vir kêm e. Lê li bajêrên cînar ev pirsgirêk hene. Piştî ku pêvajo bigihîje encamekê baş dê him bi kêrî me him jî bi kêrî wan bê."
-Ji bo aramiyê pêdivî bi biratî û aştiyê heye
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş der heqê bangewaziya çekdanînê ya li PKKyê de got: "Şerta ewil a aramî, aştî û biratiyê çek danîn e. Heke mizakere di vê çarçoveyê de bên kirin dê bigihîjin encamekê baştir."
Elîtaş bibîrxist ku bangewazî kirine da ku PKK çek deyne û wiha dewam kir:
"Şerta ewil a aramî, aştî û biratiyê çek danîn e. Heke mizakere di vê çarçoveyê de bên kirin dê bigihîjin encamekê baştir. Bi baweriya 'him çekê min di destê min de ye him jî ez ê mizakereyan bidomînin, mizakere divê teqez bên kirin, ku neyên kirin ez ê serî li rêyên din bidim' mizakere nayên kirin."
-Ji 7 saliyan heta 70 saliyan hemû bi kêf in
Cîgerfiroşê şanliurfayî Alî Çoban daxuyanî da nûçegihana AAyê got: "Em naxwazin ji vir û pê ve xwîn bê rêtin, dayik bigrîn. Em welatekê aramî dixwazin."
Mehmet Toprak jî got: "Heke aştî pêk bê em ê bextewar bibin. Ez kurdum lê ne nîjadperest im. Ez aştiyê dixwazim û em pitgiriyê didin pêvajoya aştiyê."
Konfederasyona Parêzavanên Gunda û Malbatên Cangoriya
Kordînatorê Giştî yê Konfederasyona Parêzavanên Gunda û Malbatên Cangoriya Ata Altin got: "Em giringiyê didin daxuyaniya hikûmet û HDPyê. herwiha ji bo ku ev pirsgirêk di qadeke demokratîk de bê çareserkirin çi bikeve ser milên me em ê bikin."