ŞIRNAK
Leşkeran 17 sûriyeyiyên li ser sînorê Tirkiyeyê ku hindik mabû ji ber sermayê biqerisin, xilas kirin.
Hêzên ewlehiyê li ser sînorê Şernaxê 17 sûriyeyî yên ku hewl didan derbasî Tirkiyeyê bibin û ew pê bû biqerisin, xilas kirin.
Leşkeran sûriyeyî bi firokeyên leşkeriyê bir nexweşxaneyê.
10 jê zarok 2 jî jê jin bi tevahî 17 sûriyeyiyên ku ji Sûriyeyê revîn û di ser Iraqê re hatin Tirkiyeyê hindik mabû ku li ser sînorê Tirkiyeyê ji ber sar û sermayê biqerisin. Sûriyeyên ku li Yekmala gundê Ûlûdereyê ji ber sermayê nikaribûn bimeşin li cendirmeyê geriyan û alîkarî xwest.
Li ser vê Fermandariya Cendermeya ya Sînor a Şernaxê bi du balafiran, sûriyeyîyên alîkarî xwest ji herêmê anî û bir nexweşxaneyê.
Li vir midaxaleya ewil di ambulansan de hat kirin. Sûriyeyiyan got ku ew 3 rojin ku dimeşin û hindik mabû ku di nav berfê de biqerisin.
Hat dîtin ku di piyê hin sûriyeyiyan de pêlav tuneye.
Leşkeran biskuwît û av li sûriyeyiyan belav kirin.
Niha sûriyeyî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şernaxê tên tedawîkirin.