19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
BAKU
Li Azerbaycanê Cejna Newrozê, ku ji cejnên herî giring ên Asyayê ye, wek mizgîniya biharê tê qebûlkirin û bi kêf û şahî tê pîrozkirin.
Pîrozbahî li li Bakuya paytext pêşiya Kiz Kalesiya bajarê dîrokî yê Îçerîşehirê dest pê kirin. Serokomar Îlham Eliyev, Alîkara Yekemîn a Serokomar Mîhrîban Eliyeva û rîcala dewletê beşdar bûn. Çalakiyê bi awayê temsîlî diayê Dede Korkut va dest pê kir.
Leşkerên ku cil û bergên dîrokî li xwe kiribûn, silav dan Eliyev û ciwanên ku cil û bergên herêmî li xwe kiribûn jî ji Eliyev ra şêraniya Newrozê îkram kirin. Eliyev piştî muzîka kevnare û xwepêşandana reqsê agirê Newrozê vêxist.
Pîrozbahiyan li qeraxê Behra Hezarê parqa "Şark Pazariyê" dewam kir.
Di pîrozbahiyan da gulaş, gulaşa zendan hat girtin, di şaxên werzişê yên kevnare da xwpêşandan hatin kirin. Xelqê Bakuyê li nav bazara ku tê da hunerên dêst, eşyayên malan yên kevnare û standên xwarinê hene, geriyan, şano temaşe kirin.
Li Azerbaycanê ji bo pîrozbahiyên Newrozê heta 26ê mehê betlaneya fermî hat îlankirin.
Li Azerbaycanê Kevneşopiyên Newrozê
Li Azerbaycanê di Newrozê da agir tê vêxistin, millet "pere diavêje" ber deriyê cînarê xwe, "semenî tê danîn", xwe li ser agir ra davêjin, fala gustîlan dinihêrin, hêkan boyax dikin, dîkan berdidin hev.