2016 ж. 16 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 17 наурыз
MUŞ
Walîtiya Mûşê daxuyand ku heke ji bilî roja 21ê adarê bêdestûr newroz bê pîrozkirin der barê wan kesan de wê ji ber "Qanûna Meşên Xwepêşanê û Civînê" jêpirsîn bê destpêkirin.
Walîtiyê got ku di daxuyaniya çapemeniyê ya Komîteya Newrozê ya Mûşê de gotinên provokatîf û yên ku gêfan dixwe hene û îdiaya wan a ku dibêjin ji bo pîrozkirina newrozê wan serî li walîtiyê dane, lê walîtiyê ev daxwaz qebûl nekiriye, derew e.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Komîteya tertîbê di 8ê adarê de serî li Walîtiyê da, lê ewraqekî wê kêm bû. Ev agahî ji wan re hat gotin û wan jî di 9ê adarê de ewraqên xwe temam kir. Daxwaza komîteyê ew bû ku di 17ê adarê roja pêncşemê di saet 11.00-16.00an de li qada Îstasyonê newroz bê pîrozkirin. Lê ji ber ku ev tarîx ne 21ê adarê ye komîsyona Walîtiyê ev daxwaz qebûl nekir û got ku heke di 21ê adarê daxwaz bê kirin, walîtiyê vê daxwazê qebûl bike."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara walîtiyê di 10ê adarê de ji komîteyê re hat şandin. Lê komîte dibêje ku ev biryar negihîştiye destê wan û dixwazin agahiyeke şaş bidin çapemeniyê û aramiya bajêr provoke bikin.
Walîtiyê daxuyand ku heke Komîteya Newrozê ya Mûşê di 21ê adarê de newrozê pîroz bike, walîtiyê alîkariya wan bike. Lê heke ji bilî roja 21ê adarê bêdestûr newroz bê pîrozkirin der barê wan kesan de wê ji ber "Qanûna Meşên Xwepêşanê û Civînê" jêpirsîn bê destpêkirin.