Îranî Newroza ku di farisî de tê wateya "roja nû" wekî cejn pîroz dikin û beriya sezona sala îsal berê xwe dan Antalyayê û li vir bûn sedema lipitîna tûrîzmê.
Tûrîstên îranî yên ku tevî zarokên xwe tên ligel armanca tetîlê ji bo ku danûstandinê jî bikin tên Antalyayê. Ji ber ku firokegeha Antalyayê ji bo firên charterê (kirêkirina balafirekê) yên ji Îranê re girtî ye, îranî ewil tên Wan, Entab û Stenbolê û ji wir re derbasî Antalyayê dibin.
Bi boneya Newrozê li otêlan ji bo tûrîstên îranî çalakiyên taybet tên li dar xistin û menûyên xwarinan li gorê vê tên amadekirin. Her wisa ji Îranê hunermendan tînin û navendên danûstandinê jî fêstîvalên taybet ên ji bo Newrozê li dar dixin.
Serokê Komeleya Rêvebirên Otêlên Profêsyonêl Alî Kizildag di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku ji 18ê adarê û vir ve gelek tûrîstên Îranî hatin bajêr û wiha got: "Êdî li Antalyayê rûyê hemû otêlvanan ji ber Newrozê dikene. Bi Newrozê ve biharek ji bo sêktora tûrîzmê jî tê."
Kizildag qala bereketa ku ev du sal in ji ber Newrozê hem ji hêla otêlan û hem jî ji hêla piyaseyan ve heye, kir û wiha domand:
"Îsal bi boneya Newrozê biqasî 40 hezar mêvanên îranî hatin bajêr. Di rastiyê de mimkûn e ku ev hejmar bêtir be, lêbelê di vê mijarê de hin sînorkirinên hikûmeta Îranê heye. Îsal em li benda biqasî 60 hezar tûrîstî bûn, lê dora 40 hezarî hatin. Yek jî nikarin dîrekt bifirin Antalyayê. Heke ev asteng jî ji holê were rakirin dê ev hejmar bigehîje bi 100 hezaran. Ev jî dê bandora xwe li ser seranserê salê çêbe."
Kazildag bal kişand heke ku pêvajo baş were rêvebirin û eleqeyeke durist were nîşandan bazara Îranê jî dê wekî ya Rûsyayê bigihêje qonaxeke gelek baş û wiha xeberda: "Bazara Îranê bazareke wisan e ku divê qet piçûk neyê dîtin. Bi hewleke piçûk ve meriv dikare bigihêje reqamên mîna milyonek û milyon û nîvek."
- Tûrîstên îranî ji Antalyayê memnûn in
Ehmed Badeîeyê ku ji Îranê ligel malbat û hevalên xwe hat tetîlê diyar kir ku ev cara çaran e ku tê Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Ez ji Tirkiyeyê pir hez dikim. Mirov û bajarê vir gelekî xwînşirîn in."
Tahereh Şerîfî yê ji Îranê jî destnîşan kir ku ev cara yekemîn e tê Tirkiyeyê û ev hefteyek e li bajêr betlane û danûstandinê dike û wiha diyar kir: "Tirkiye gelekî sipehî ye, min betlaneyeke pir baş derbas kir."