İbrahim Atmaca
2018 ж. 11 ақпан•Rojanekirin: 2018 ж. 12 ақпан
QUDS
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku biryara ku welatê wî Quds wek paytextê Îsraîlê nas kir, teqez e û ne pêkan e ku were mizakerekirin.
Trump roportaj da Hayoma rojnameya Îsraîlê û got ku wek paytextê Îsraîlê qebûlkirina Qudsê sozê hilbijartinê yê Amerîkayê bû û berevajiyê gelek serokên Amerîkayê yên berê wî ev soz bi cih anî.
Trump destnîşan kir ku "ew ne poşman e" ku Quds wek paytextê Îsraîlê qebûl kir û wiha dewam kir: "Min Quds ji maseya mizakereyê rakir û da nîşan ku paytextê Îsraîlê ye û êdî ne pêkan e ku li ser vê mijarê mizakere werin kirin."
Trump bang kir ku divê her du alî ji bo aştiyê vegerin mizakereyên siyasî û wiha dewam kir: "Ji bo peymana aştiyê divê her du alî jî tavîzan bidin."
Trump bersiv da pirsa li ser têkiliyên welatên Kendava Besrayê, bi taybetî Erebistana Siûdî û Îsraîlê û wiha got: "Têkilî ji berê gelekî çêtir in. Ev welat rêzê didin nîşanî biryara min a li ser Qudsê."