Çiyayê Katoyê ya ku demek berê lê pevçûn çêdibûn niha cihê geşt û avjeniyê ye. Çemê li quntara çiyê jî wek plaj tê bikaranîn û gel di çem de avjeniyê dike.
Gelek cihên ku ji ber ewlehiyê hatibûn qedexekirin, piştî pêvajoya çareseriyê serbest bûn. Ji van deran yek jî çemê li quntara çiyayê Katoyê ye. Welatiyên ku ji ber germê aciz in tên herêmê, dikevin çem û hênik dibin.
Welatî di meha remezanê de heta dema fitarê avjeniyê dikin, li ser zinaran xwe didin ber tavê.
Ridvan Kurt ji nûçegihanê AAyê re got ku ew ji ber germê tên li çem û wiha axivî: "Çem 50 kîlomêtro dûrî navendê ye, lê dîsa jî em ji bo ku hênik bibin tên çem. Em hin avjeniyê dikin û him jî masiyan digrin."
Onder Temel jî got ku berê hatina li vir qedexe bû lê niha ew bi rehetî tên li vir û dikevin çem.