SILÊMANÎ
Penaberên sûriyeyî yên li Iraqê, êş û jana ji ber şer dikşînin wek nav li zarokên xwe dikin. Hin malbatên ku di kampê de dimînin navên wek Dilbirîn (dilê biêş), Şervan (kesê ku şer dike), Dilbixwîn (dilê bixwîn) Warşîn (welatê şên), Xwîndar, Bêwar (kesê bê cih û war) li zarokên xwe yên nû ji dayik bûn kirin.
Penaberên ku ji ber şerê li bakûrê Sûriyeyê revîn û li Kampa Barîkayê ya li Silêmaniyê bi cih bûn, di nav şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin. Heta niha li kampê 200 zarok ji dayik bûn. Malbatên ku zarokên wan çêbûn jî di bin siya şer de navên dilsoj û ku şer bi bîra mirovan dixe li zarokên xwe kirin.
Navê Dilbirîn li zaroka ku du meh berê ji dayik bû kirin. Kava Abdulhadiyê ku di kampê de zewicî û zaroka wî çêbû wiha got: "Ji ber keraseta ku hat serê me, dilê me bi êş û keser e. Ji ber vê yekê min navê Dilbirîn li zaroka xwe kir."
Ronahî Îsmaîla ji Hasekê jî wiha axivî: "Heke em li Sûriyê di nav aramî û xweşiyê de bijiyana, min ê navê Evîn li zaroka xwe bikira; lê ji ber ku em niha di nav şer û pevçûnê de ne, me navê Dilbirîn li zaroka xwe kir. Ev nav rewşa me ya ku em têde ne jî dide berçavan. Lê şert û mercên jiyana me dijwar in, dilê me bixwîn e."
Gazal Îhsana ku li kampê dimîne jî navê Dilbixwîn li zaroka xwe ya 7 mehî kir jî wiha axivî: "Piraniya xizmên me navê wek Mihemed û Ahmed li zarokên xwe dikin. Heke em jî li Kobanê bimana me yê jî ji van navan yekê li zaroka xwe bikira. Lê mixabin dilê me birîndar e."
Li kampê zarokên bi navê wek "Xwîndar" û "Bêwar" jî hene.
Nevzat Ahmedê ku ji Qamişloyê hatiye jî got ku 10 roj berê qîzeka wî çêbûye û wiha axivî: "Em nizanim em ê kîjan navê li zaroka xwe bikin. Tu nav nayên bîra me û em naxwazin di bin bandora şer de nav lê bikin. Ji ber vê yekê fikra me ew e ku em navê Warşîn (welatê şên) li zaroka xwe bikin."