Li gor baweriya dînê îslamê Leyletul Qedr di nav deh rojên dawiyê yên meha rema remezanê da veşartî ye. Îsal jî rastî şeva 26emîn a remezanê 13ê tîrmehê roja duşemê tê.
Di dînê îslamê da Qur'ana Pîroz di şeva Qedrê da dest pê dike û nizûl dibe. Wisa tê qebûlkirin ku "di vê şevê da deriyên semayê tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin".
Di Qurana Pîroz, "Sûreya Qedrê" da wiha behsa vê şevê tê kirin:
"Bê guman me ew (Qur'an) di Şeva Qedrê da nizûl kir. Tu çi dizanî ku Şeva Qedrê çi ye! Şeva Qedrê ji hezar mehan bi xêrtir e. Milyaket û Ruh (Cebraîl) di wê şevê da bi destûra Rebbê xwe ji bo her cure kar û baran tên ser rûyê erdê. Ew şev heta serê sibehê silametî û aramî ye."