KARS
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê ji bo Eyda Remezanê li dikanên ku şîrînahî çêdikin û berberan da kar zêdeye.
Beriya eydê dikanên şîrînahiyan siparêş gel çêdikin.
Habîb Habîbogluyê ki şîrînahî çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji Eyda Remezanê welatî siparîş didin.
Habîboglu diyar kir ku welatî herî zêde beqlewayê bigûz, beqlewayê bifistiq û pasteyê şil dixwazin û wiha got: "Di eyd û erefatan da û di rojiyê da şîrînahî zehf tê firotin."
Wek mayîn li kuaforên mêran jî siqletî heye û berber mesaî dikin.