Hosteyên peqleweyê beriya Cejna Remezanê dest bi mesaiyê kirin. Ji ber ku mirov pir zêde siparîşê didin, hosteyan sîparîş dan sekinandin.
Kesên ku dixwazin di eydê da peqlewê bidin ber mêvanê xwe, serî li hosteyên peqleweyê yên li Gazîantepê didin. Ji ber vê jî li dezgehê peqlewê yên Gazîantepê pir qerebalixî çêbû. Weke ku tê zanîn peqleweya Gazîantepê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê va hat tescîlkirin.
Ji herêmên Tirkiyeyê sîparîş tên dayîn û ji ber vê jî peqlewefiroşên bajêr şev û roj dixebitin û pêk nayê. Hoste ditirsin ku siparîş pêra negihîjin. Ji ber vê jî siparîş dan sekinandin û dan zend û bendan ku siparîşên hatine hildan pêra bigihînin.
Burhan Çagdaşê hosteyê peqleweyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çêkirina peqleweyê ne hêsan e, ked û hostatiyê dixwaze.
Çagdaş daxuyand ku di eydan da siparîş pir zêde tên dayîn û got ku heta ji Dubaiyê jî siparîş hatine dayîn.
Çagdaş got ku ji bo ku siparîş pêra bigihîjin, hoste şev û roj dixebitin û ji ber vê yekê jî ew êdî siparîşan hilnadin.
Çagdaş daxuyand ku çêkirina peqleweya Entabê zehmet e û got ku ew li gor cureyê peqleweyê kîloya wan di navbera 55 û 80yî da diguhere.