ÇANAKKALE
Di Behra Egeyê de li perava Ayvacika navçeya Çanakaleyê bota ku qaçaxên ji Sûriyeyê tê de bûn û dixwestin derbasî Girava Mîdîlliya Yewnanistanê bibin, binav bû. Li gor agahiyên ewil di bûyerê de 6 kes fetisîn û 10 kes jî hatin xilaskirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda komeke sûriyeyî yên jin û zarok jî di nav wan de bûn berê bota xwe ji keraxa Ayvacikê dan Behra Egeyê.
Ev kesên ku dixwestin bi rêyên derqanûnî derbasî Yewnansitanê bibin di nav behrê de piçekî çûn û di perava li hemberî gundê Gurpinarê ji ber sedemeke nediyar bota wan bin av bû.
Ekîba ewlehiya peravê ya ku der û dorê kontrol dikir bûyerê ferq kir û ji bo xilaskirina qaçaxan dest bi xebatê kir. Dema ku ekîbê xwe gihand cihê bûyerê 2 jê zarok, 4 jê jin bi tevahî 10 kesên ku hindik mabû bifetisin xilaskirin. Di dema xebatên xilaskirinê de termê 6 qaçaxên ku fetisîbûn jî ji avê hat derxistin.
Qaçaxên hatin xilaskirin jî bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacik û Ezîneyê.
Ekîba ewlehiya peravê li herêmê ji ber îhtimala ku dibe hin kesên din jî fetisîbin xebatên xwe yên lêgerînê didomîne.