Beriya eyda remezanê roja erefeyê li Agiriyê kolan û bazaran qerebalix çêbû.
Welatiyên ku dan û stendina eydê hiştîn roja erefeyê, di kolanan de dibin sedema coş û qerebalixeke mezin.
Dan û stendin herî zêde li ser kolana Cumhuriyetê û kolana Wanê ya Berê tê kirin.
Welatî dikarin li gor debara xwe xwarin û cil û bergan di vê bazarê de bikirin.
Esnaf ji ber vê qerebalixê û dan û stendinê kêfxweş e.
Esnaf Selahattîn Ozel got ku ew ji ber dan û stendina roja erefeyê kêfxweş e lewra karê wan li gor rojên dinê baştir e.