14 parlementerên parlamentoya Iraqê çûn kampên Kevirgosk, Kûştepe, Deraşekran û Basirmayê û malzemeyên alîkariyê radestî wezîfedaran kirin.
Parlementer Nesrîn Enver Reşîd û Dr. Rawaz Mehdî li ser navê parlementoyê hatin Kampa Kevirgoskê ya ku lê 12 hezar penaber dijîn.
Berî radestkirina malzemeyên alîkariyê, parlementer Reşîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Reşîd di daxuyaniyê de wiha got: "Divê em alîkariyê bidine penaberên Iarqî. Parlementer di vê mijarê de hestewar tevgeriyan û di nav xwe de milyar dînarek kom kirin. Îro ji bo radestkirina alîkariyê em hatin herêmê."