SARAYBOSNA
Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez got ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di dema Şerê Bosnayê de li pêşberî alema îslamê bêîtibar bû û wiha axivî: "Mirovên li Srebrenîtsayê diman ji xwe ji aliyê NY û Hollandayê ve dihatin parastin. Lê herçiqas di hîmayeya wan de bin jî hatin qetilkirin."
Gormez bi minasebeta 20emîn salvegera komkujiya Srebrenîtsayê hat Bosna Hersekê. Gormez li vir derbarê komkujiya ser gelê Boşnak de ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Gormez di destpêka axaftina xwe de got ku Xwedê rehma xwe li kesên di şer de şehîd bûn bike û wiha axivî: "Birayê me yên Boşnak di vî şerê de têk neçûn. Belê, gelek însan mirin, xisareke mezin çêbû; lê ew têk neçûn. Lewra komeke mezlûm ku di şer de li gor ehlaq û hiqûqa şer hereket bike tu caran têk naçe."
Gormez bibîrxist ku par di meha hezîranê de Papa Francîscûs Saraybosnayê ziyaret kiribû û dema derbarê mijarê de axivî bû, ji bo keraseta li vir qewimî peyva "komkujiyê" bikarneanî û wiha dewam kir, ji ber ku Rûsyayê pêşnumaya Srebrenîtsayê veto kir pêşnuma di Lijneya Ewlehiyê ya NYê de jî nehat qebûlkirin û wiha axivî: "Li hemberî kîjan dîn, nîjad, ziman sucek wiha hatibe kirin divê hemû mirov bi hev re bertek nîşan bidin. Li vir li hemberî însanetiyê komkujî hat kirin, rûmeta însanetiyê hat binpêkirin. Ez bawer im ku dê di pêşerojê de ev bûyer baştir bê fêm kirin û ew jî daxuyaniya ku hewce dike belav bikin."