Li Gevaşê bi piştgiriyên ku van salên dawîn tên dayîn di eraziyên bi hezaran dolimî de sebze tên çandin û bi vî awayî piştgiriyeke mezin didin aboriya navçeyê. Cotyar di demsala biharê de sebzeyên xwe diçînin û ji ber ku jin hesastir in û karê xwe bi baldariyeke mezin dikin palehiya sebzeyan didin jin û keçên xama.
Jinên ku di heyama palehiyê de sebzeyan berhev dikin, hem ji bo ku piştgiriyê bidin aboriya malbatê hem jî ji bo ku bikarin hewceyiyên xwe pêk bînin, di zeviyan de dixebitin.
Celaleddîn Îpektenê ku îsal di zeviyeke bi qasî 100 dolimî de çandiniya sebzeyan dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku jinan hemû hilberîna sebzeyan kir. Îpekten got ku jinan toximên sebzeyan çandin û heta palehiya wan hemû karên zeviyê wan kir.
Îpekten destnîşan kir ku jin di zeviyan de baldartir û hesastir dixebitin û zehf zirarê nadin sebzeyan û ev yek jî xêr û bera sebzeyan zêde dike. Îpekten axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez bi salan e li navçeyê çandiniya sebzeyan dikim. Ji ber ku jin li gor mêran di çandina zeviyê, xwedîkirina sebzeyan û palehiya sebzeyan de hesastir in, ez her dem bi jinan re dixebitim. "
Fatma Tanişa ji jinên ku di zeviyê de sebzeyan berhev dike jî got ku ev bi salan e ji bo ku piştgiriyê bidim aboriya malbatê di zeviyan de dixebitim û kar hinek zehmet e lê belê xweş e.
Taniş got ku em di maweya çandina sebzeyan heta berhevkirina wan karê xwe gelekî baş dikin û wiha axivî: "Sebzeyên ku bi destê jinan tên çandin, xêr û bera zeviyê zêde dike. Lewra em li gor mêran karê xwe baldartir dikin. Bi wî pereyê ku dikeve destê me jî hem em hewceyiyên xwe pêk tînin, hem jî piştgiriyê didin aboriya malbatê."