TBMM
Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Ayşenûr Îslamê got ku ji bo ber li bûyerên şideta li ser jinê bigrin dest bi xebatan kirin.
Îslamê got ku ew ê "bûtona ewlehiyê" ya di nav tewdîrên ewlehî û parastinê de cih digre ji nû ve saz bikin. Îslamê got ku ji sala 2012an vir ve "Sîstema Alîkariya Elektronîk" tê bikaranîn û di vê çarçoveyê de "bûtona ewlehiyê" didin jinên ku li wan tehdeyî tê kirin; lê ev hêj li hemû herêman tuneye, tenê wek ceribandinê didin herêmekî diyarkirî û ev têrê nake.
Îslamê got ku bi saya "bazinê elektronîk" him êrîşker him jî ya ku rastê êrîşê tê bi hêsanî tên teqîbkirin, em bi Wezareta Dadê re axivîn û ew ê vê pergala elektronîk bi awayekî berfirek pêk bînin û wiha dewam kir: "Ji bo ev sîstema teqîbkirinê ya elektronîk di bûyerên şidetê de jî bê bikaranîn me bi Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê re hevkarî kir. Di adara 2015an de em ê li Enqere û Îzmîrê dest bi ceribandinê bikin."
Îslamê got ku wan ji bo tesbîtkirina êrîşkeran jî dest bi xebatan kiriye û wiha pê de çû: "Li gor me bi qasî alîkarîdayîna mirovên ku rastî şidetê tên, tesbîtkirina êrîşker û xebatên rehabîlîtasyonê jî bi wî qasî girîng in. Di çarçoveya xebatên ceribandinê yên ku Midûriya Bajêr a Enqereyê birêve dibe de, me li ser 75 kesan bernameya kontrolkirinê ya hêrisbûnê ceriband û encamên ceribandinê erênî ne."