ANKARA
Heyeta ku ji Cîgirserokên Koma HDPyê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken, Parlementerê Îstenbolê Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Hatîp Dîcle pêk tê çûn Girava Îmraliyê.
Li gor daxuyaniya ku HDPyê weşand şande îro çû giravê û bi qasî 4 saetan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û saet di dora 16.00an de jî ji giravê veqetiyan.
Hat ragihandin ku hurgûliyên der heqê hevdîtinê de wek daxuyaniyeke nivîskî dê sibê bê dayîn.