Li gor agahiya ku ji şahidan hat stendin, polêsê Îsraîlê destê sibê bi îdiaya ku di nav filistîniyên ku li Mescida el Qiblî ya li Mescida Eqsayê nimêj dikin de kesên dev û çavên wan pêçayî hene, filistînî bi xaza îsotê ji mescidê derxistin.
Filistînî li ser vê yekê derketin hewşa Mescida Eqsayê û polêsê Îsraîlê li vê derê midaxaleyî wan kir. Hat gotin ku cihûyên niştecih jî alîkariya polêsan kir.
Duh polêsê Îsraîlê midaxaleyî filistîniyên ku di Mescida Eqsayê de nimêj dikirin kiribû û 2 kes birîndar bûbûn.