Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê, li Şerîaya Rojava 8 filistînî binçav kirin.
Li gor nûçeya radyoya Îsraîlê, li gel erkdarekî Hemasê bi tevahî 8 filistînî bi hinceta "tevlî êrîşên ser hedefên Îsraîlê hatin kirin bûn" hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji bo jêpirsînê gumanbar sewqî navenda ewlehiyê kirin.
Hat ragihandin ku di meha dawîn de, artêşa Îsraîlê 225 filîstînî binçav kir.