Berdevkê Wezareta Parastinê yê DYAyê John Kîrby got: "Rewşa Kobanê hê jî ne diyar e, her tim diguhire. Em hê jî bawer dikin ku Kobanêyê dê bikeve."
Di brîfînga çapemeniyê ya rojane de, rojnamegeran pirsên der barê bûyer û geşedanên li Kobanêyê pêk tên de pirsîn. Kîrby got hê jî rêxistina terorê li herêmê ye; her wiha êrîşên hewayî yên ser Kobanê jî berdewam dikin. Kîrby destnîşan kir ku artêşa DYAyê ji aliyekî ve alîkariyê dide hêzên kurdan yên li Kobanêyê dijî DÎŞIyê şer dikin ji aliyê din ve jî êrîşê dibe ser hedefên DÎŞIyê yên li herêmê.
Kîrby got: "Piraniya herêmê di destê hêzên kurdan de ye" û wiha berdewam kir: "Rewşa Kobanê hêj jî ne diyar e, hertim diguhire. Em hê jî bawer dikin ku Kobanêyê dê bikeve."