Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 7 kes ji ber hewaya nebaş mirin û 199 kes jî birîndar bûn.
Hewaya sar a ku ji Ohîoyê ber bi başûr ve diçe li gelek herêman bû sedemê bagerê û di encama bagerê de 7 kes mirin. Ji ber hewaya nebaş 148ê wan ji Omahayê bi tevahî 199 jî kes birîndar bûn.
Pêla şilî û hewaya sar heta başûrê rojavayê DYAyê diçe û bandora wê li başûrê Kalîforniyayê jî tê hîskirin. Bi taybetî hin plajên eyaletê yên sereke jî di nav de li hin herêman berf bariya. Rêbeja Pacific Coastê ji ber hezazê ji hatûçûyê re hat girtin.
Li Balefirgeha Navneteweyî ya Fort Worth ya li Dallasê 600 sefer hatin betalkirin. Li Balefirgeha Navneteweyî ya Chicago O'Hareyê jî 400 sefer hatin betalkirin. Ji ber hewaya nebaş li Chicago Midwayê jî 60 sefer hatin betalkirin û li Ohîoyê jî bi sedan dibistan tetîlkirin.
Li gelek cihên welêt bi sedan qezayên trafîkê çêbûn. Ji ber lehiyên li hin cihên Virginiaya Rojava niştecihên herêmê hatin tehliyekirin.