Berdevkê Ewlekariyê yê Îsraîlê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Îro di saet 04.00ê destê sibê de xeber dan polêsan ku xortekî filistînî winda bûye. Saetekê pîştî vê jî kesek mirî hat dîtin. Em der barê bûyerê û kesê mirî de lêkolînan dikin. Kesê ku hatiye kuştin Mihemed Ebû Qadîrê 16 salî ye. Tipa Dadê li ser cesedê Ebû Qadîr lêkolînan dike."
Piştî bûyerê filistînî li Safahata herêma Qudsê civiyan û di navbera filistînî û polêsên îsraîlî de pevçûn derket. Pevçûn hê didomin. Li Qudsa Rojhilat tramway û otobês naxebitin.
Ji hêla din ve artêşa Îsraîlê mala Ziyad Awwadê ku bi "peymana teqesa hêsîran" ve serbest hatibû berdan bi bombeyan ve teqandin û hilweşandin.
Leşkerên Îsraîlê kesên ku di malê de dijîn ji malê derxistin paşê jî mal teqandin. Mala Awwad nêzîkî Îznaya bajaroka El-Xelîlê bû.
Şahidan diyar kirin ku leşkeran li bajoraka Îznaya xanî hildan dorpêçê û di navbera lêşker û xortên filistînî de pevçûn derket. Di pevçûnê de yekê wan bi fîşenga rastî 2yê wan bi fîşengên plastîk ve bi tevahî 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Qampa Cenîn a Penaberan ya ku li Bakurê Şerîaya Rojava ye di navbera leşker û xortan de şer derket û di şer de kesek birîndar bû.
Dadgeha Îsraîlê duh der heqê xaniyê Awwad de biryara hilweşandinê dabû.