XEZE
Hat ragihandin ku hejmara miriyên filistînî yên li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de, derket 635an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê Eşref el-Qudrayê ku bi awayekî fiîlî li Xezeyê karê xwe didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di encama êrîşên Îsraîlê yên îro de 75 kes mirin.
Qudra got: "Di êrîşên Îsraîlê yên ku di 7ê tîrmehê de destpêkirin heta niha de hejmara miriyan derket 635an û hejmara birîndaran jî derket 4 hezarî. Rêjeya miriyan wiha ye: Ji sedî 162 zarok û ji sedî 78 jî jin in."
Di 12ê hezîranê de li Şerîaya Rojavayê 3 cihû winda bibûn, lê piştî 18 rojan mirî hatibûn dîtin. Piştî vê di 2yê tîrmehê de ciwanekî filistînî yê bi navê Mihemed Ebu Hudeyr ji hêla cihûyan ve hatibû revandin û şewitandin. Piştî van bûyeran artêşa Îsraîlê bi navê "Xeta Parastinê" di 7ê tîrmehê de ji hewayê êrîşî Xezeyê kiribû. Di 17ê tîrmehê êvara pêncşemê de jî ji bejayê ve êrîş dabû destpêkirin.