Esesert daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû yên wekî "Em divê piştgirî bidin ku li Rojhilata Navîn dewleteke kurdan bê damezrandin" nirxand.
Esesert diyar kir ku Netanyahû bi vê daxuyaniya xwe Herêma Kurdistana Iraqê xist nav rewşeke dijwar û wiha axivî: "Gotina Îsraîlê ya der barê dewleta kurdan de ji piştgiriyê bêtir zirarê dide meseleya kurdan. Em bi salan e dibêjin ku di navbera herêma Kurdistanê û Îsraîlê de tu têkilî tunin. Lê belê piştî vê daxuyaniya Netanyahû hin welat îdia dikin ku têkiliyên kûr yên herêma Kurdistanê û Îsraîlê hene û Îsraîl ji ber vê yekê piştgiriyê dide kurdan."
Esesert pevçûnên navxweyî yên li Iraqê jî nirxand û îdia kir ku qada kontrola DÎŞIyê ya ku Tikrît û Mûsilê bi dest xist, du qatî qasî xaka Lubnanê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "DÎŞI berê jî li Iraqê hebû. Lê tu kesî texmîn nedikir ku dê rêxistin di demeke ev qas kurt de, ev qas cihan bixe bin kontrola xwe. Nîvê herêmên suniyan niha di bin kontrola rêxistinê de ne. Qada ku di bin kontrola DÎŞIyê de ye, du qatî qasî mezinahiya Lubnanê ye. Lê belê emrê rêxistinên ku li ser zêdegaviyan hatine avakirin, zehf dirêj nîne."
Ferîd Esesert diyar kir ji bo ku DÎŞIyê ji holê rakin biryareke hevpar a navneteweyî hewce dike, di vê mijarê de DYA, Rûsya û Îran dikarin bi hev re tevbigerin.
Esesert destnîşan kir ku DÎŞI ne tenê pirsgirêka Iraqê ye û daxuyaniya rêxistinê ya xilafetê bi bîr xist û got ku ev yek ji bo hemû alema Îslamê gefek e.
Esesert got ku divê êdî Iraqa kevin bê jibîrkirin û em niha bi realiteyeke nû re rû bi rû mane, ji bo ku welat bigihêje selametiyê heke şiî û sunî bibin herêmên xweser dê bi xêrtir be. Esesert got ku heke kurd niha ji Iraqê veqetin ev ê ji hêla wext ve xelet be û bal kişande li ser girîngiya berdewamiya pêvajoya diyalogê ya bi hikûmeta Bexdayê re.