ERBÎL
Di daxuyaniya ku Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) de hat diyar kirin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi rejîma Baasê re di nav hevkarî û têkiliyên nêz de ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Têkilî û hevkariya di navbera PYDê û rejîma Sûriyeyê de eşkere ye."
Qeyrana di navbera HKIFê û PYDê de dewam dike. Wekî ku tê zanîn çend roj berê HKIFyê destûr nedabû ku Hevserokê PYDê Salih Mislim ji Sûriyeyê derbasî Herêma Kurdistana Iraqa Federal bibe. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku nêzî PKKê ye, nûçeyek weşand. Di nûçeyê de tê îdiakirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji rejîma Baasê daxwaz dike ku PYDyê ji herêma Rîmelanê derxe.
Serokatiya HKIFê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke fermî da û bersîv da vê îdiayê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev nûçe û îdia ne rast in û bêbingeh in. Hat ragihandin, PYD ji bo ku têkilî û hevkariya xwe ya bi rejîma Sûriyeyê re veşêre rêyeke wiha diceribîne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Têkilî û hevkariya di navbera PYD û rejîma Sûriyeyê de eşkere ye. Gelê Kurdistanê baş dizane ku şerê ku PYD dike ji bo alîkariya rejîma Sûriyeyê ye. Lewra PYD ji bo berjewendiyên xwe tevdigere û şer dike. PYD di siyaset û xebatên xwe de jî rêzê nîşanî îradeya gel nade. Madem êdî hûn ji Xwedê natirsin, ji gel şerm nakin û armanca we ew e ku hûn alîkariyê didin dagirkeran, çi ji destê we tê û çi dixwazin bikin."