Serokwezîrtiyê der barê Bernameya Hikûmetê de daxuyaniyek da û got ku "Em dê beyî ku ji pêvajoya çareseriyê û projeya biratî û yekîtiya neteweyî tawîzê bidin, dê wan berdewam bikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Em dê tu carî rê nedin ku otorîteya dewletê parçe bibe û em dê li hember hemû hêmanên ku ewlehiya neteweyî tehdît dikin heta dawiyê têkoşînê bidin. Di vê mijarê de her ji bo çi dibe bila bibe dê tawîz neyê dayîn. Çawa ku di rabirdûyê de rê nedan mîhraqên wesayetê yên ku ewlehiya me ya neteweyî tehdît dikir, li hember teşebûsên wesayetê yên ku van du salên dawîn de derket holê ewlehiya me ya neteweyî di bin temînatê de ye."
"Tirkiye bi şoreşa jixwebaweriyê ya ev 12 salên dawî re bû yek ji hêzên sereke yên cîhanê. Tirkiye di hemû pirsgirêkên li herêma xwe û gerdûnî de wek pirsgirêk bereksê wê wek parçeyek çareseriyê dê îstiqrara xwe berdewam bike."