Bi minasebeta "1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê" 150 çiyagerên ji Îran, Hollanda, Fransa û Azerbaycanê hatin Bitlîsê û derdikevin Çiyayê Suphanê.
Komeleya WerzIşên Siruştî ya Suphanê (SUPHANDOSD) di çarçoveya çalakiyên "1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê" de amadehî kir. Ji Îran, Hollanda, Fransa û Azerbaycanê 150 çIyager hatin Bitlîsê û derdikevin serê Çiyayê Suphanê.
Çiyager, berî derketina 3yemîn a li çiyayê bilind ê Tirkiyeyê yê ku bilindahiya wê 4049 mêtro ye, ji bo roja aştiyê peyamên aştiyê dan.
Serokê kuluba SUPHANDOSDê Adem Gul, li ser derketina Çiyayê Suphanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku armanca wan ew e ku balê bikşînin ser roja aştiyê.
Gul destnîşan kir ku ev du sal in herêm aram bûye û wan jî îsal ji bo aştiyê organîzasyoneke wiha kir.
Gul bal kişand li ser geşedanên li welêt û wiha dewam kir:
"Cara ewil em par hilkişiyan serê Çiyayê Suphanê, gelek serkeftî û xweş bû. Ji bo berdewamiyê me îsal jî biryar da ku em hilkişin, di vê çarçoveyê de 150 çiyager hatin herêmê. Ji Îran, Hollanda, Fransa û Azerbaycanê jî çiyager hatin tevlî me bûn. Lewra her diçe li dinyayê şer gur dibe. Bûyerên li herêma me diqewimin, geşedanên li Sûriye, Iraq, Filistînê pêk tên em dikin nav gumanan. Di vê çarçoveyê de ev hilkişîn watedar e û em bi vê bextewar in. Ji bo aştî pêk bê, welat aram bibe, pêvajoya aştiyê berdewam bike, biratiya gelan pêk bê em hewl didin û di vê çarçoveyê de me ev bername amade kir. Ez hemû kesên ku beşdarî bernameyê bûn û ji bo bernameyê ked dan ji dil û can pîroz dikim. Her bijî biratiya gelan."
Gul, piştî daxuyaniyê digel çiyagerên ji Îran, Hollanda, Fransa û Azerbaycanê hatin Tirkiyeyê dest bi hilkişînê kir.