Sempozyûm dê di navbera 26-28ên hezîranê de li Navenda Çandê ya Xana el-Emanê ya Bedlîsê tê lidarxistin û ji 50yî zêdetir rewşenbîrên kurd, akademîsyen, rojnameger û nivîskar dê beşdarî sempozyûmê bibin. Di sempozyûmê de dê li ser dîrok, çand, aborî, jiyana civakî ya Bedlîsê û li ser kesayetên dîrokî yên Bedlîsê bê sekinandin.
Organîzatorê sempozyûmê û Peywirdarê Hîndekariyê yê Zanîngeha Sofyayê Yaşar Abduselamoglu daxuyanî da rojnamegeran û got ku wan platformeke ku pêdiviya akademîsyen û xwendekarên zanîngehê pê heye çêkir.
Abduselamoglu diyar kir ku wan akademîsyen û xwendekarên Bedlîsî yên ku cihên cuda cuda dixwînin li ser medyaya sosyal civandin û wiha dewam kir:
"Pirsgirêka Bedlîsê ya herî mezin ew e ku Bedlîs ji dîroka xwe qetiyaye. Gelê Bedlîsê bîr û rabirdûya xwe bîr kiriye. Piştî ku mîrektiya Bedlîsê ya du sed salan hilweşiya, Bedlîs ji wê demê û vir ve paş ve ma. Bedlîs 200 sal beriya niha li herêmê paytexteke girîng ya dîrokî û çandî bû. Piştî 200 salan rewşa Bedlîsê guherî. Em dikarin bibêjin ku Bedlîs bi vê sempozyûmê ve bi dîroka xwe re rû bi rû dibe. Di sempozyûmê de herî zêde dê li ser dîrokê bê sekinandin. Dilê me heye ku em vê sempozyûmê edî her tim li dar bixin û bidomînin."
Abduselamoglu destnîşan kir ku Bedlîs ji bo tifaqa di navbera Împaratoriya Osmaniyan û Mîrektiyên Kurdan de cihekî pir girîng bû û divê Bedlîs di mijara pêşveçûna pêvajoya çareseriyê de jî berpirsiyariyekê bide ser milên xwe.
Abduselamoglu wiha dewam kir:
"Dibe ku sala îsal tesadufek be. Lewra îsal salwegera 500emîn a tifaqa Împaratoriya Osmaniyan û Mîrektiyên Kurdan e. Weke ku tê zanîn Bedlîs ji bo tifaqa di navbera Împaratoriya Osmaniyan û Mîrektiyên Kurdan de cihekî pir girîng bû. Mîmarê vê tifaqê jî kesayetê Bedlîsî Îdrisê Bedlîsî ye. Ev tifaq wê demê ji bo kurdan pir girîng bû, lewra statuya Mîrektiyên Kurdan wê demê dewam dikir. Lê belê Osmaniyan ev tifaq bixwe tesfiye kir. Piştî ku Osmaniyan ev tifaq xerab kir ango ji wê demê vir ve pirsgirêka kurdan çêbû. Em dixwazin ku bi vê sempozyûmê cardin statuya di navbera Împaratoriya Osmaniyan û Mîrektiyên Kurdan de rojane bikin û dîsa li ser vê tifaqê biaxivin. Heke ku em bi nêrîna zanist û akademîk ve li vê statuyê binihêrin, em bawer dikin ku ev dê bibe sedema pêşveçûna hevdîtinên aştiyê ku pirsgirêka kurdan bê çareserkirin. Di her du rojên sempozyûmê de dê liser van mijaran bê sekinandin."
Abduselamoglu destnîşan kir ku ew dê mijarên sempozyûmê bikin pirtûk û belav bikin û got ku ji Iraq, Îran, Parîs, Fransa û Hollanda di serî de ji gelek welatan rewşenbîrên kurd dê beşdarî sempozyûmê bibin.
Sempozyûm, ji hundurê welat û derveyî welat bi beşdarbûna gelek Kurdnasan ve tê lidarxistin. Di Lijneya Akademîk a sempozyûmê de ev akademîsyen cih digrin: Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, Prof. Dr. Celîlê Celîl, Prof. Dr. Hemît Bozarslan, Prof. Dr. Mesût Yegen, Prof. Dr. Ahmet Ozer, Doç. Dr. Michiel Lezeenberg, Prof. As. Yaşar Abdulselamoglu, Prof. As. Mucahît Bilici, Lêkolîner Malmisanij.