Qaymeqamtiya Ahlatê (Xelat) ji bo gopalên Ahlatê yên ku xwedî dîrokeke kevnar in, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirk (EPT) da ku "Nîşaneya Erdnîgariyê" werbigire.
Li Ahlatê qaymeqamtiyê ji bo ku gopalên Ahlatê yên ku ji dara gûzê ya salxurde tên çêkirin û bi neqşên hunera dewra Selçûqî û Osmaniyan ve tên xemilandin bigehîjin nifşin siberojê dest bi xebatê kir.
Qaymeqamtiyê ji bo gopalên Ahlatê yên ku sedan sal in bi kedeke mezin ve tên çêkirin mureceatê EPTyê kir. Qaymeqamtî dixwaze "Nîşaneya Erdnîgariyê" werbigre.
Li dû serîlêdanê Qaymeqam Bulent Tekbiyikoglu û Şaredar Mumtaz Çoban çûn seredana atolyeya gopalan a li navçeyê û li vir der heqê xebatan de ji hosteyê gopalan Refa Gokbulak agahî stendin.
Tekbiyikoglu bal kişand ku Ahlatê xwedî dîrokeke kevnare ye û ji ber vê jî li navçeyê hunerên destan pêş ketine û wiha dewam kir: "Hin bajar hene, bi berhem, huner û amûrên xwe ve tên hişê meriv. Bo nimûne, dema ku 'Diyarbekir' tê gotin 'qedayîf' û dema ku 'Devrek' tê gotin 'gopal' tê aqilê meriv. Ev berhem êdî bi bajarên xwe ve bûne yek û bi wan tên naskirin. Li Xelata ku cihekî pir taybet e gelek berhemên me yên taybet ên hunerî hene. Yek ji van jî gopalên Ahlatê ne ku em îdia dikin herî kêm biqasî Gopalê Devrekê taybet in. Ahlat bi gopalê xwe jî navdar e."